![]() |
| | #1 (permalink) |
| Üyelik tarihi: May 2008
Mesajlar: 2.155
Thanks: 51
Thanked 27 Times in 21 Posts
Tecrübe Puanı: 4 ![]() | Diyaspora kurd, bang li Rûsyayê kir… Komeleyên Kurd yên li Rûsyayê bi bangeke nivîskî, ji Mosqowayê xwestin ku helîqopterên þevê Mi-28N yên êrîþê nefroþin Tirkiyê. Di banga nivîskî de tê gotin ku, kurdên Rûsyayê nerazî ne Mosqowa van helîqopteran bifroþe Tirkiyê. Di berdewamiya nivîsê de weha tê gotin:“Ji bo kirîna helîqopteran, di 17-ê Hezîrana 2009-an de, pisporên Wezareta Parastinê yên Tirkiyê ji bo ku bi þîrketa Rosoboroneksport re hevdîtinekê lidarbixin, hatin Mosqowayê. Tirkiye, dixwaze van helîqopteran li hember gellê kurd yê sivîl bikarbîne. Gelê kurd jî dixwaze pirsgrêk, bi awayek demokratîk çareser bibe. Tenê, ji ber vê yekê Emerîqayî jî frotina Tirkiyê ya helîqopterên qobra îptal kiribû.“ Di bangewaziyê de tê gotin ku, pirsa kurd yek ji meseleyên herî hessas yên cîhanê ye û weha berdewam dike: “Mixabin, welatê me Federasyona Rûsyayê, hîna jî di derbarê pirsa kurd de, polîtîqayek xwe ya ji bo kurdan çênekiriye. Ev pirsgrêk, ji bo ku hem NATO, hem jî rojava li Rojhilatanavîn bi awayek çalak bilive, pirsgrêkek mezin e. Rûsya, hîna li Kurdistanê wek herêmek jeopolîtîk û ji bo leþkeriyê herêmek dibîne.“ Li Rûsyayê, ji 400 hezar zêdetir kurd dijîn û kurdên vê derê piþtevanî didin polîtîqaya dewleta Rûsyayê. Kurdên Rûsyayê, di jiyana civakî û siyasî de, bi awayek çalak dilivin û wezîfe digrin. Em, mîna perçeyek ji 40 milyon kurdî, pêþveçûnên li ser axa bav û kalên xwe bi guman diþopînin. Ji ber vê yekê, em ji we dixwazin ku hûn helîqopterên þer yên bi modela Mi.28N nefroþin Komara Tirkiyê. Bangewazî ji aliyê Komeleya Yekîtiya Kurdên Cîhanê, Komeleya Kurd a Federal ya Federasyona Rûsyayê, Yekîtiya Kurdên Yêzidî yên Rûsyayê, Yekîtiya Çandî û Netewî ya Kurdan a Herêma Rûsyayê û rojnameya Svobodniy Kurdistan (Kurdistana Azad) ve hatiye morkirin. RO
__________________ Ýsyan kölenin soyluluðudur ! Behey kurre kere, bu millet dilini istemiyorsa, daða futbol oynamaya mý çýkýyor ! MoRDaÐLaR.. [Sadece Üyeler Linki Görebilir Üye Olmak Ýçin Týklayýnýz] [Sadece Üyeler Linki Görebilir Üye Olmak Ýçin Týklayýnýz] |
| | |
| | #2 (permalink) |
| Üyelik tarihi: May 2008
Mesajlar: 2.155
Thanks: 51
Thanked 27 Times in 21 Posts
Tecrübe Puanı: 4 ![]() | Bûrokrasiya dewleta tirk, di warê çand, ziman, hûner û siyasetê de, li ber gavavêtinên kurdan her astengiyan derdixîne û dijwariyan diafirîne. Beriya demekê, Midûrê Giþtî yê Þanoyên Dewleta Tirk Lemi Bilgin, gotibû: “Yên ku dixwazin þanoya bi zimanê kurdî bikin, dikarin li 12 herêman, 44 sehneyên wan bikarbînin.“ Li ser vê yekê, þanogerên kurd Berfîn Zenderlioglu û Mîrza Metin ku xwediyê þanoya DestAR-Theatre’in, bi leyistoka xwe ya bi navê Reþê Þevê (Karabasan) di 6-ê Hezîranê de, li Þanoyên Dewlet yê Wanê derketibûn hemberî temaþevanan. Piþtî ku cara yekem, þanoyek bi zimanê kurdî, li salonek fermî ya dewletê derket pêþ temaþevanan, Midûrê Giþtî yê Þanoyên Dewletê Lemi Bilgin, daxwuyaniyek nû kir û got:“ “Leyistokên kurdî, ji aliyê teknîkî ve ne mimkûne ku li þanoyên dewletê bên ser dikê.“ Bilgin, li hember dawxuyaniyên Wezîrê Tûrîzm û Çandê yê Dewleta Tirk Ertuðrul Günay, ku ji bo leyistokên kurdî lemba kesk pêxistibû, derket û got, ew tenê dikarin sehneyên xwe ji bo leyistokên kurdî bikarbînin, ji bilî wê nikarin di warê teknîkî de bibin alîkar. Bilgin, nerazîbûna xwe bi van gotinan anî ziman: “Þano, ne mîna stran gotinê hêsan e. Ji aliyê teknîkî ve ne mimkûn e. Divê, bikevin qonsertûwarê, kîjan ziman be divê, fonetîka wî zimanî fêrbibin, mezûn bibin. Yên ku vê yekê davêjin meydanê, ji meselê fêmnakin.“ Û bi vî awayî bersiv da Günay. RO
__________________ Ýsyan kölenin soyluluðudur ! Behey kurre kere, bu millet dilini istemiyorsa, daða futbol oynamaya mý çýkýyor ! MoRDaÐLaR.. [Sadece Üyeler Linki Görebilir Üye Olmak Ýçin Týklayýnýz] [Sadece Üyeler Linki Görebilir Üye Olmak Ýçin Týklayýnýz] |
| | |
| | #3 (permalink) |
| Üyelik tarihi: May 2008
Mesajlar: 2.155
Thanks: 51
Thanked 27 Times in 21 Posts
Tecrübe Puanı: 4 ![]() | Zarokên kurd, dibe ku hikûmeta tirk li NY mehkûm bikin Komîteya Mafên Zarokan (CRC) ya Neteweyên Yekbûyî, zarokên kurd yên ku li Kurdistan û metropolên Tirkiyê tevlî “çalakiyên ne qanûnî bûne“, “kevir avêtine polês“, îþkence dîtine û cezayên gran xwarine, xist rojeva xwe. CRC-ê, li ser vê mijarê bersiva gellek pirsan ji hikûmeta tirk xwest. CRC-ê, ji hikûmeta tirk van agahiyan dixwaze: Jimara zarokên ji maddeya antiteror tên darizandin û çend salî ne?, sûcdariyên li zarokan tên kirin, þîroveya we ya ’livbaziyên terorî’ ku zarok bi vê yekê hatine darizandin, cezayên hatî dayîn gelo li gor sîstemek sivîl an leþkerî hatiye dayîn? û cezayên li zarokan hatî birrîn. Di vê pêvajoyê de, mafên van zarokan yên ji zarokatiya wan tên, li ber çav hatiye girtin? Bi awayek adîl hatine mehkemekirin?, Ji aliyê usûl ve çi garantî hene.? RO
__________________ Ýsyan kölenin soyluluðudur ! Behey kurre kere, bu millet dilini istemiyorsa, daða futbol oynamaya mý çýkýyor ! MoRDaÐLaR.. [Sadece Üyeler Linki Görebilir Üye Olmak Ýçin Týklayýnýz] [Sadece Üyeler Linki Görebilir Üye Olmak Ýçin Týklayýnýz] |
| | |
| | #4 (permalink) |
| Üyelik tarihi: May 2008
Mesajlar: 2.155
Thanks: 51
Thanked 27 Times in 21 Posts
Tecrübe Puanı: 4 ![]() | Dostên Ahmedinejad: Rûsya, Hamas, Tirkiye 27.06.09 Rojnameya ekonomî ya emerîkî The Wall Street Journal, Hamas, Rûsya û Tirkiye di nav dostên Serokkomarê Komara Îslam a Îranê Mahmud Ahmedinecad û Ayetullah Ali Hamaney de nîþan da. Di maqaleya bi navê “Dostên Mahmut“ hatî nivisandin de, Rûsya wek alîgirê yekem yê Îranê tê nîþandan û li ser sedêmê vê yekê jî weha tê gotin: “Lê, ji ber ku Rûsya bi rêveberiya rejîma Îranê re têkiliyên xwe bidomîne, sedemên wê yên “makyavelîst“ hene. Li gor rojnameya Milliyet-ê, di berdewamiya maqaleyê de weha tê gotin: “Lê belê mazeretê tirkan nîne. Serokkomar Abdullah Gül û Serokwezîr Recep Tayyip Erdoðan, çend roj piþtî hilbijartinan Ahmedinecad pîroz kirin. Hikûmeta Enqerê ya nûha ku li ser koka tevgera îslamî þîn bûye, xwe ji dostaniya rojava û Îsraîlê dûrêxistine û destê xwe drêjî Hamas û rejîma Îranê dikin. Rêberên cîhana demokrasiya herî dînamîk ya îslamî, bi van helwestên xwe, þansê cesaret dayîna bi milyonan Îraniyên ku heman tiþtî dixwazin revandin“ RO
__________________ Ýsyan kölenin soyluluðudur ! Behey kurre kere, bu millet dilini istemiyorsa, daða futbol oynamaya mý çýkýyor ! MoRDaÐLaR.. [Sadece Üyeler Linki Görebilir Üye Olmak Ýçin Týklayýnýz] [Sadece Üyeler Linki Görebilir Üye Olmak Ýçin Týklayýnýz] |
| | |
| | #5 (permalink) |
| Üyelik tarihi: May 2008
Mesajlar: 2.155
Thanks: 51
Thanked 27 Times in 21 Posts
Tecrübe Puanı: 4 ![]() | Guçlu:Aqilekî neteweyî, hevbeþ, rasyonal, demokrat Kongreya DTPê careke din diyar, ku kurd ji aqilekî neteweyî, rasyonal, hevbeþ, demokrat, hevdem mehrûm in. Piþtî ku ji aliyê serokê Herêma Federê yê Kuýrdistanê Mesud Berzanî ve “Konferansa kurd” ya herêmî û navneteweyî hat rojevê, li Tirkiyeyê jî ji bona ku rol û serokatî ji wî bê girtin, ji aliyê dewleta tirk û PKKê de jî pêvajoyeke çareseriyeke derevîn a “pirsa kurd” li Tirkiyeyê dest pê kir. Serokkomarê Tirkiyeyê Evdillah Gulî, di destpêkê de diyar kir ku “li Tirkiyeyê di pirsa kurd de dê pêþveçûnê baþ bibin.” Piþt re jî, realîteke ku heta nûha ji aliyê Tirkiyeyê de nedihat pejirandin diyar kir û got: “Li Tirkiyeyê pirsa sereke û yekem pirsa kurd e.” PKK û DTPê jî gorî xwe stratejiyek diyar kir. DTPê û PKKê gelek kêfxweþ bûn ku Tirkiyeyê û serokkomarê Tirkiyeyê serokatî ji Mesud Berzanî wergirtiye. Lewra ji bona ku Mesud Berzanî rola serokatî nehêlîze PKKê û DTPê hewildeneke gelek taybet nîþan dan. Ji bona ku pêþniyarên ku ji aliyê desthilatdar û karbidestên Herêma Federe ya Kurdistanê de hatine kirin nayên pejirandin, anîn ser zimên. Mirov dikare bibêje ku Komara Tirkiyeyê, PKKê û DTPê di vê pirsê de jî bi serket. Lewra PKKê û DTPê aþkere diyar dike ku di pirsa Bakurê Kurdistanê de divê hêzên derva nebin teref. ***** Serokkomarê Tirkiyeyê û Tirkiye dizanin ku çi dikin. Serokkomar û Komara Tirkiyeyê ji bona ku sîstema kolonyalîst li Kurdistanê dom bike û neteweya kurd di bin bandora Komara Tirkiyeyê de bimîne û neteweya kurd li Kurdistanê desthilatdar nebe, program û siyasetekê dimeþînin. Ew dixwazine ku pirsa neteweyî ya kurd gorî model û pîvanên navneteweyî çareser nebe, wextê dirêj bikin, pêvajoye þelû bikin û pêvajoyê bi demagojiyeke xurt û encamnegirtî dagrin. Her çiqas piraniya kurdan helwesta serokkomarê Komara Tirkiyeyê erênî dibînin jî, wî heta nûha ji bona mafên neteweya kurd projeyek û programeke hevbeþ û diyar, neaniye ser zimên. Bes ji mafên kesayetî behs dike. Hîn aþkere ji mafên perwerdayî ya zimanê kurdî qal nekiriye. Serokkomar û desthilatdariya dewletê hîç bi awayekî naxwaze ku desthilatdarî bi kurdan re parve bikin, neteweya kurd jî wek her neteweyekî û wek neteweya tirk bibe xwediyê mafên grubî yên neteweyî. Her çiqas di eniya Komara Tirkiyeyê de wek teref û wek berpirsiyar tevliheviyek xuya jî dike, ew di eslê xwe de ne wusa ye. Lewra pirsa neteweyî ya kurd pirsa dewletê ye û di vê pirsê de dewlet teref e. Li ser navê dewletê kî dê bibe teref, ew jî diyar e. Nuha di vê pirsê de nekokiya heyî, bi zanyarî tê çêkirin. Tê nîþan dan ku serokkomar cuda ye, berpirsiyariya dewletê cûda ye. Kurd jî li vê nekokîyê mêze dikin, gorî vê helwest nîþan didin. Kurd di nav van nekokî û dîmenê de, helwesta serokomar erênî, helwesta dewletê neyênî dibînin. ***** Lê dema ku li terefa kurd bê mêze kirin, pirsgirêkeke mezin, paþvemayî, ne neteweyî, ne rasyonel, ne hevbeþ, ne demokrat, ne hevdem li holê ye. PKK û DTPê di pirsa neteweyî ya kurd de xwediyê programeke neteweyî nînin. PKKê û DTPê helwesteke Tirkiyevî dimeþînin. Her roj, ji bona pirsa neteweyî ya kurd modelekê pêþniyar dikin. Piþtî ku Ocalanî hat Îmraliyê guhertineke straretjîk hat holê. PKKê û partiyên wê yên legal dev jî serxwebûna neteweya kurd berdan. Gotin ku neteweya kurd li Tirkiyeyê, li hemû Rojhilata Navîn û li hemû beþan xwediyê mafê otonomiyê, federalîzmê, dewletbûnê nîne. Kurd bes dikarin bibin xwediyê mafên kesayetî. Ji bona vê jî demokratîkbûna Komara Tirkiyeyê wek stratejiyeke merkezî eciband û li Baþurê Kurdistanê li dijî federebûn û dewletbûnê derket. Demeke dirêj di çarçeweya vê stratejiyê de tevgeriya. Li hemberî vê stratejiya PKKê û partiyên wê yên legal mixalefeteke mezin hat meþandin. Ew mecbur bûn ku di stratejiyên xwe de guhertinên biçûk çê bikin. Lewra jî DTPê beriya hilbijartina giþtî ya Tirmeha 2007-an stratejiya “Ozerkbûna demokratîk” pejirand. Lewra li dinyayê neteweyên wek Kosovayê û Karadaxê ku nifûsa wan gelek hindik bibûn dewlet û kurdan jî kêmtirîn dixwastin ku qasî wan bibin xwediyê maf. Lê dîsa jî di stratejiya PKKê û DTPê ya Tirkiyevî de guhertinek pêk nehat. Wan ji bona neteweya kurd, qasî neteweyên din û qasî neteweya tirk maf daxwaz nekirin û nakin. Bi taybetî jî di van demên dawî de bi helwesta Murad Karayilanî pirsgirêk mezintir bû. Karayilanî kesên tirk yên wek Îlker Turkmenî û Hesen Cemalî berpirsiyarên kurdan diyar kirin. Ew helwesta nîþana pêvajoya Lozana duyemîn bû. Di vê merheleyê de kurd hewcedarî helwesteke hevbeþ û neteweyî ne. Lê DTPê ji bona ku helwesteke wusa diyar nebe, taktîkeke nû meþand. Biryar da ku Kongreyekê bidarxe. Di propagandayê de ev kongreya wek kongreya hemû kurdan hat pêþkêþ kirin. Lê di eslê xwe de kongreya PKKê û DTPê pêk hat. Lewra kongre ji aliyê wan de hat amade kirin. Rojev ji aliyê wan de hat diyar kirin. Kes û hêzên beþdarî kongreyê bibin ji aliyê wan de hatin tespît kirin. Encama kongreyê jî, gorî vê paradîgmayê diyar bû. Wek tê gotin di kongreyê de stratejîyeke nû ya neteweyî nehat erê kirin. Programa DTPê û heta ji programa DTPê paþvatir programek hat ecibandin. Berpirsiyariyeke hevbeþ derneket holê. Mirov dikare bibêje, kongreyê ji berpirsiyariya Komara Tirkiyeyê re derfetên nû pêk anî. Derket holê ku kurd xwediyê stratejiyeke neteweyî û modeleke navneteweyî nînin. ***** Kongreya DTPê careke din diyar, ku kurd ji aqilekî neteweyî, rasyonal, hevbeþ, demokrat, hevdem mehrûm in. Kurd, ji bona ku tirkiyevî difikirin, ji aqilekî neteweyî bê par in. Berpirsiyarên kurdan, her çiqas ji boma neteweya Filîstîn û neteweyên din yên dinyayê mafê çarenivîsî û dewletbûnê diparêzin jî, ji bona xwe dewletbûnê û li Kurdistanê desthilatdarbûnê napêrezin. Ew jî derdixwe holê ku berpirsiyar û tevgera kurd ji aqilekî neteweyî bê par e. Berpirsiyaên Bakurê Kurdiastanê, wek berpirsiyarên neteweyên din, neteweya Filistînî, Karadaxî, Kosovayî û neteweyên din xwediyê aqilekî neteweyî nînin. Ew tirkiyevî difikirin û beþek ji sîstema Komara Tirkiyeyê ne. Divê kurd û berpirsiyarên wan hem xwediyê aqilekî neteweyî bin û hem jî ew aqila hevbeþ be. Lewra bi çend stratejiyan kurd li hemberî Komara Tirkiyeyê nikarin bibin teref. Komara Tirkiyeyê ji vê rewþê her demê îstifade dike û kîjan stratejî nêzîkî wan be, dê bi wê beþê re danûstandin bike. Ew jî her demê ji bona kurdan û pirsa neteweyî ya kurd xeteriyê çê dike û pêvajoya çareseriyê dirêj dike. Divê berpirsiyariya kurd li Kurdistanê desthilatdarî û dezgehbûna neteweyî ya kurd û Kurdistanê gelek aþkere biparêzin. Li cem vê yekê divê berpirsiyariya kurd rasyonal be. Lê hezar mixabin berpirsiyariya kurd bi giranî bi hîs û hestên xwe hereket dike. Ev jî dibe sedem ku stratejî û helwesta xwe her dem biguhere, gorî rojê, demê, konjonktûrê tevbigere. Lê tê zanîn ku ji bona çareserbûna pirsên neteweyî, pîvan û model objektîf û rasyonal in. Ji bona vê divê berpirsirsiyariya kurd rasyonal be. Gorî hîsên xwe ne, gorî pîvanên objektîf û navneteweyî tevbigere. Berpirsiyariya kurd divê demokrat û hevdem be jî. Tevgera Bakurê Kurdistanê di þertên dema Þerê Sar de pêþ ket, gorî îdeolojî û helwesta wê demê þikil girt û xwe organîze kir. Ev jî bû sedem ku Tevgera Bakurê Kurdistanê karaktereke otorîter û totalîter qezenç bike. Bi taybetî jî piþtî ku PKKê bi Îranê û Suriyeyê û Iraqê re danûstandin kir, ev karaktera otorîter û totalîter xetertir bû û karaketereke dezgehî qezenç kir. Di vê merheleyê de jî, ev karaktera otorîter û totalîter problemeke mezin e û ev karaktera pêþiya hevbeþbûn û yekîtiya kurdan digre. Dibe sedem ku di nav kurdan de parçebûn çê bibe. PKKê, ji derveyî xwe tu hêzên civakî û siyasî meþrû nabîne. PKKê bes xwe berpirsiyar dibîne û terefên din meþrû nabîne. Ji bona vê jî berpirsiyariya kurd hewcedarý demokrasiyeke plûral e. Dema ku demokrasî wek çand û þiklê jiyanê neyê pejirandin, yekîtiya neteweya kurd pêk nayê. Divê berpirsiyariya Bakurê Kurdistanê di hemen dem de hevdem be jî. Ji çand û helwesta dema Þerê Sar ya ne demokratîk xelas bibe. Di navbeyna xwe dinyaya otorîter û totalîter xeteke qalind bikþîne. Bi dewlet û sîstemên otorîter û totalîter ve nebin xwediyê pêwendiyên stratejîk. Divê bi dinyaya demokratîk û hevdem re pêwendiyên xwe xurt bikin. ***** Di encamê de: Ev dema ku em tê re deras dibin, demeke taybet û girîng e. Pirsa neteweyî ya kurd, ji derveyî îrade û helwesta terefa tirk û kurd ber bi çareseriyê diçe. Sedsala 21-emîn dê bibe sedsala neteweya kurd. Divê kurd û berpirsiyariya kurdan gorî sedsala 21-an tevbigerin û xwe nû bikin. Ev jî aqilekî neteweyî, hevbeþ, rasyonal, demokrat, hevdem hewce dibîne. Di vê merheleyê de berpirsiyariya kurd ji vê helwestê dûr e. Divê ev xwe bi lez û bez biguherîne. Beriya vê demekê beþek rêxistinên sivîl û kesên kurd bi serokkomarê Tirkiyeyê re hevûdîtin h.kirin û ji bo çareseriya “pirsa kurd” bîrûreyên xwe pêþkêþ kirin. Di nav van de navê Galîp Ensarýogluyî derket pêþ. Ensarîogluyî divê vî mafî di xwe de nebîne. Ciyê xwe jî baþ nas bike. Lewra ew heta duho bi Mehmed Agarî û Tansû Çýlerî re bû. Wan û hikumetên wan jî, Kurdistan þewitandin û bi hezaran kurd li kolanan kuþtin û dan kuþtin. Îbrahîm GUÇLU
__________________ Ýsyan kölenin soyluluðudur ! Behey kurre kere, bu millet dilini istemiyorsa, daða futbol oynamaya mý çýkýyor ! MoRDaÐLaR.. [Sadece Üyeler Linki Görebilir Üye Olmak Ýçin Týklayýnýz] [Sadece Üyeler Linki Görebilir Üye Olmak Ýçin Týklayýnýz] |
| | |
![]() |
| Bookmarks |
| Etiket |
| günün, haberleri or, haberleri or 270609, kürtçe |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Konu Araçlarý | |
| Stil | |
| |
Benzer Konular | ||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Cevaplar | Son Mesaj |
| Günün Kürtce Haberleri/24.06.09 | dev_kom | Ýç Politika Haberleri | 1 | 06-25-2009 01:43 |
| Günün Kürtce Haberleri/23.06.09 | dev_kom | Ýç Politika Haberleri | 4 | 06-23-2009 17:52 |
| Günün Kürtce Haberleri/22.06.09 | dev_kom | Ýç Politika Haberleri | 4 | 06-22-2009 12:16 |
| Günün Kürtce Haberleri/20.06.09 | dev_kom | Ýç Politika Haberleri | 4 | 06-21-2009 01:00 |
| Günün Kürtce Haberleri/19.06.09 | dev_kom | Ýç Politika Haberleri | 5 | 06-19-2009 21:16 |
Bütün Zaman Ayarlarý WEZ +3 olarak düzenlenmiþtir. Þu Anda Saat : 21:26 .