![]() |
| | #1 (permalink) |
| Üyelik tarihi: May 2008
Mesajlar: 2.155
Thanks: 52
Thanked 30 Times in 24 Posts
Tecrübe Puanı: 4 ![]() | Li Çankaya, “Pêşniyarên çareseriya pirsgrêka kurd“ hatin guftûgokirin Li Koşka Çankaya, doh li ser “pêşniyarên çareseriya pirsgrêka kurd“ danûstandinek pêkhat. Di hevdîtinê de, hin karmend û serokên rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedî cîh girtin. Li gor rojnameya Vatan-ê, Serokê Odeya Senayî û Bazirganî yê Amedê Galip Ensarioğlu, daye xwuyakirin ku ewana bi serokkomar Abdullah Gül re, li ser çareseriya meseleya kurd axifîne, serokkomar înîsiyatîf girtiye destê xwe û ew ji vê yekê hêvîdar in. Ensarioğlu gotiye: “Ev cara yekeme ku, em ewqas nêzîkî çareserkirina pirsgrêkê bûne. Em vê yekê jî pirr grîng dibînin. Ev pirsgrêk, ne tenê pirsgrêka kesên herêmê ye, meseleyeke netewî ye. Ji ber vê yekê, divê herkes piştgirî bide çareseriyê. Em amade ne piştgrî bidin aşitiyê“ Pirsgrêk a me ye Serokkomarê dewleta tirk Gül jî, da zanîn ku pirsa kurd, pirsgrêka Tirkiyê ye û divê em vê meselê bi xwe çareser bikin. Gül, li ser hevdîtinê weha axifî: “Berdewamiya şîdetê, li ber çareseriyê astengiyan derdixîne. Divê, di vê pêvajoyê de, haya herkesî ji ûslûba wî û ji zimanê wî hebe. Em di rewşeke pirr hessas de ne. Divê em zimaneke hevpar biafirînin.“ Pêşniyarên ji bo çareseriyê Di hevdîtinê de, heyetê ji bo “çareseriya pirsgrêka kurd“ ev pêşniyar, pêşkêş kirin. *Divê efûyek giştî ya bêşert bê îlankirin. * Divê şîroveya hemwelatiyê a di zagonabingehîn de ji nû ve were sererastkirin û herkesî himbêz bike. *Divê rê li ber perwerdahiya zimanê zikmakî bê vekirin. * Divê li Ûnîversîteyan Enstîtûyên Kurdolojiyê bên vekirin. * Divê astengiyên li pêş weşanan bên rakirin û temînata zagonî bê dayîn. * Divê navê gund û deveran yên berê, li wan bên vegerandin. RO/Zilan Dersim
__________________ İsyan kölenin soyluluğudur ! Behey kurre kere, bu millet dilini istemiyorsa, dağa futbol oynamaya mı çıkıyor ! MoRDaĞLaR.. [Sadece Üyeler Linki Görebilir Üye Olmak İçin Tıklayınız] [Sadece Üyeler Linki Görebilir Üye Olmak İçin Tıklayınız] |
| | |
| | #2 (permalink) |
| Üyelik tarihi: May 2008
Mesajlar: 2.155
Thanks: 52
Thanked 30 Times in 24 Posts
Tecrübe Puanı: 4 ![]() | Li gor Bayık, ’sedemên têkilîdanîna PKK-ê û Ergenekon-ê’ Cîgirê Serokê Qonseya Rêveberiya KCK-ê Cemil Bayık, daxwuyaniyek da Gündem Online û di hevpeyvînê de li ser hewldanên têkilîdanîna Ergenekon û PKK-ê sekinî. Cemil Bayık, li ser mijarê weha axifî: “Dixwazin, dijberiya ku ev bi salane di rayagiştî ya Tirkiyê de, li hember PKK-ê hatî avakirin, bi vî awayî bikarbînin. Dibêjin,’binêrin, têkiliya van û PKK-ê heye. Hetta, yên ku bi PKK-ê livbaziyan didin kirin, ev in. Bi vî awayî, dixwazin berê nefrîna ku li dij PKK-ê avakirîne, bidin wan. Bi vê yekê, wê piştgriya civakê bigrin û wan mehkûm bikin.“ “Sedemek din jî ewe ku, dixwazin PKK-ê ji çav bêxin. A rastî, Ergenekon-ê hem zerarek mezin daye gellê kurd û hem jî PKK-ê bi xwe. Dixwazin, bi van îddiayan di derheqê PKK-ê de gumanan çêbikin û heger mimkûn be jî gelê kurd ji serokatiyê, ji PKK-ê dûr bêxin.“ RO/Ömer Kaçar
__________________ İsyan kölenin soyluluğudur ! Behey kurre kere, bu millet dilini istemiyorsa, dağa futbol oynamaya mı çıkıyor ! MoRDaĞLaR.. [Sadece Üyeler Linki Görebilir Üye Olmak İçin Tıklayınız] [Sadece Üyeler Linki Görebilir Üye Olmak İçin Tıklayınız] |
| | |
| | #3 (permalink) |
| Üyelik tarihi: May 2008
Mesajlar: 2.155
Thanks: 52
Thanked 30 Times in 24 Posts
Tecrübe Puanı: 4 ![]() | Küçük: Di artêşa tirk de bûyerên wusa çênabin! Derkete meydanê ku şanogerê tirk Atilla Olgaç-ê di kanalek televizyonê de gotî “Min, li Qibrisê êsîrek, bi tevahî deh leşkerên rûm kûşt“ û li dij wî bi sûcdariya ’tewanê şer’ lêpirsîn hatî vekirin û Prof. Dr. Yalçın Küçük-ê di çarçoveya daweya Ergenekonê de hatî girtin û dûre serbest hatî berdan, di 1974-an , di pêvajoya dagirkirina Hereketa Qibris-ê de bi hevre leşkerî kirine. Yalçın Küçük, di çarçoveya lêpirsîna Atilla Olgaç de, wek şahîd çû Adliya Bakırköy-ê û îfade da dozgerê komarê Ali Çakır. Yalçın Küçük, di îfadeya xwe de got, “Atilla Olgaç, şer wek şano dibîne û bi tu awayî hedîseyek bi vî rengî ne qewimiye.“ Prof. Dr. Küçük, dema ji adliyê derket, bersiv da pirsên rojnamevanan û diyar kir ku, ewî ji dozger re gotiye, tiştên Atilla Olgaç gotî ne rast in. Küçük, li axaftina xwe weha berdewam dike: “Rutbeya me mîna hev bû. Lê, dema em bi hevre diçûn cihekî, fermandarî di destê min de bû. Atilla, mîna li her deverê jiyanê dike, cardin şano kiriye. Li şer jî, mîna şano mêze dikir.“ Küçük, pirtûka xwe yî li ser bîranînên Qibris nivisandî jî, nîşanî rojnamevanan kir û got:“ min ev pirtûk nîşanî dozger jî kir. Ev pirtûk, li Atîna-yê pirr tê naskirin. Sedemê şahidiya min ji bilî hezkirina Atilla, min xwest bidim nîşandin ku, artêşa tirk tu car hedîseyên bi vî rengî pêknayne.“ Küçük, herweha da zanîn ku, ne artêşa tirk, ne jîne Atilla Olgaç, nikarin leşkerek êsîrketî bikûjin û ne mimkune ku tiştên Olgaç gotî rast bin. RO/Zilan Dersim
__________________ İsyan kölenin soyluluğudur ! Behey kurre kere, bu millet dilini istemiyorsa, dağa futbol oynamaya mı çıkıyor ! MoRDaĞLaR.. [Sadece Üyeler Linki Görebilir Üye Olmak İçin Tıklayınız] [Sadece Üyeler Linki Görebilir Üye Olmak İçin Tıklayınız] |
| | |
| | #4 (permalink) |
| Üyelik tarihi: May 2008
Mesajlar: 2.155
Thanks: 52
Thanked 30 Times in 24 Posts
Tecrübe Puanı: 4 ![]() | 'Di sindoqê de ne hîle, tiliya dijmin heye' Rêberê olî yê Komara Îslamî yê Îranê Ayetullah Hamaney, doh di xutbeya dîrokî ya înîyê de, ji bo sedhezaran kes axifî û îddia kir ku di hilbijartinê de hîle çênebûne û ev yek, di serî de Brîtanya, ji aliyê neyarên wan ve tê sîqilandin. Li ser îddiayên ku, hîle tevlî hilbijartina serokkomariyê kirine, serokê olî yê Îranê Ayetullah Ali Hamaney, di xutbeya îniyê de da zanîn, di hilbijartinan de hîle çênebûne, neyarên wan dixwazin encamên hilbijartinan bi şik û guman bidin nîşandan, bi vê yekê jî meşrûiyeta rejîma îslamî ji xwe re kirine hedef. Li gor rojnameyaYeni Şafak weha tê gotin: “Li Ûnîversîteya Tehranê, di dema xûtbeya înîyê ya Hamaney de, qerebalixek heta niha nehatî dîtin, civiyabû. Hamaney, li vê derê di axaftina xwe de got, çapemeniya biyanî hilbijartinê mîna têkoşînek di navbera derveyî sîstem û hûndirê sîstem de dide nîşandan. Hamaney: “Neyaran dizanîn ku heger bawerî li vê sîstemê tunebûya, wê bêşdarbûna hilbijartinan kêm bûna. Dema bêşdariyek biçûk hebe, wê demê meşrûiyeta hilbijartinê dibe sedemê mûnaqaşê. Tişta ku neyar jî dixwazin ev e. Di hilbijartinan de, encamek qet-î û zelal derket. Hîleya 11 milyon dengan nîne. Divê, dawî li van xwepêşandeyan bê. Heger neyê, divê berpirsiyariya encama vê yekê hilgirin ser milê xwe. Ji aliyê din ve, îro dihat xwestin ku ji bo meşeke bêdeng, ji wilayetê destûr bê girtin, lê wilayeta Tehranê destûra vê meşê neda. RO/Cemil Süphan
__________________ İsyan kölenin soyluluğudur ! Behey kurre kere, bu millet dilini istemiyorsa, dağa futbol oynamaya mı çıkıyor ! MoRDaĞLaR.. [Sadece Üyeler Linki Görebilir Üye Olmak İçin Tıklayınız] [Sadece Üyeler Linki Görebilir Üye Olmak İçin Tıklayınız] |
| | |
| | #5 (permalink) |
| Üyelik tarihi: May 2008
Mesajlar: 2.155
Thanks: 52
Thanked 30 Times in 24 Posts
Tecrübe Puanı: 4 ![]() | Li ser Ahmedinejad-ê qatîlê Qasimlo, belgeyek din derkete holê Têkiliya Serokkomarê Komara Îslam ya Îranê Ahmedinejad, a di kûştina Serokê PDK-Î Dr. Evdirrehman Qasimlo û 2 hevalên wî de, ku di tarîxa 13-ê Tîrmeha 1989-de, li paytexta Nemsa li Vîn-ê qewimî bû, bi dokumenteke nû derkete meydanê. Daxwuyaniya nû, ji Vîn-ê hatLi gor vê yekê, bazîrganek çekan yê almanî, di îfadeya xwe de li ser têkiliya Ahmedînejad û vê cînayetê disekine. Berdevkê Ewlekariyê yê Partiya Keskan Peter Pilz, li Vîn li ser vê yekê daxwuyanyek da çapemeniyê. Li gor vê yekê, bazîrganê çekan yê alman, di 6-ê nîsana 2006’an de, ji aliyê polêsên îtalî yên antî-mafya ve hatiye girtin û îfadeyên wî hatine girtin. Piştî lêpirsîna wî derketiye meydanê ku demeke kurt beriya cînayeta Qasimlo, çek frotiye Ahmedinejad. Bazîrganê alman, bi vî awayî têkiliya Ahmedinejad ya bi sûîqastê re deşîfre kiriye. Li gor rojnameya Milliyet-ê Pilz îfadeyên bazîrgan yên ji îtalî hatî wergerandin, doh ji ajansên nûçeyan re şandiye. Di îfadeya bazirgan de tê gotin ku, di sala 1989-an de ew misêwa bi îstixbarata Îranê re, di nava têkiliyê de bûye. Nîv dûzîne çekên sivik Qaçaxçiyê çekan yê alman, di îfadeya xwede herweha dibêje ku, beriya sûîqastê ewî li sefareta Îranê ya li Vîn-ê hevdîtin pêkaniye, nîv dûzîne çekên sivik teslîmî wan kiriye û di civînê de Ahmedinejad jî hebûye. Bazirgan dibêje, di hevdîtina sêyemîn a bi rayedarên sefareta Îranî re, a di tarîxa tîrmeha 1989-an de, bi sê kesên Îranî re hevdîtin lidarxistiye û yek ji van kesan pisporê çekan bû ye. Ev kes jî Ahmedinejad-ê, ku dûre bûyî Serokkomarê Îranê bi xwe bû ye. Ahmedinecad, wê demê parastvanek gênc yê şoreşê bû ye. RO/Ömer Kaçar
__________________ İsyan kölenin soyluluğudur ! Behey kurre kere, bu millet dilini istemiyorsa, dağa futbol oynamaya mı çıkıyor ! MoRDaĞLaR.. [Sadece Üyeler Linki Görebilir Üye Olmak İçin Tıklayınız] [Sadece Üyeler Linki Görebilir Üye Olmak İçin Tıklayınız] |
| | |
![]() |
| Bookmarks |
| Etiket |
| günün, haberleri or, haberleri or 200609, kürtçe |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Konu Araçları | |
| Stil | |
| |
Benzer Konular | ||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Cevaplar | Son Mesaj |
| Günün Kürtce Haberleri/19.06.09 | dev_kom | İç Politika Haberleri | 5 | 06-19-2009 21:16 |
| Zeki Sezer: İstifa haberleri yalan | Haber-Ahmet | Güncel Haberler | 0 | 06-29-2008 02:00 |
| Zeki Sezer: İstifa haberleri yalan | Haber-Ahmet | Güncel Haberler | 0 | 06-29-2008 01:59 |
| Ağar, Genelkurmay Başkanlığı'nın 27 Nisan bildirisinden haberleri olmadığını vurgulay | burjuva-haberci | Türkiye'den Haberler | 0 | 06-12-2007 03:22 |
| İngiltere Prensi Harry'nin birliÄŸiyle birlikte Irak'ta savaÅŸacağı haberleri yıl | burjuva-haberci | Dünya'dan Haberler | 0 | 04-28-2007 03:39 |
Bütün Zaman Ayarları WEZ +3 olarak düzenlenmiştir. Şu Anda Saat : 09:16 .